Hesabım
Şifremi Unuttum
Kayıt Ol
Sepetim

Antolojıya Çıroken Kurmancen Başur

Beğen
Ürün Kodu : 741178
Barkod : 9786055585884
200,00 TL
Avesta Yayınları Kategorisine göz at
Antoloji - Derleme Kategorisine göz at

Tükendi

Gelince Haber Ver
Kitap Açıklaması

Piştî sala 1970ê, êdî dergehên xwendin ûnivîsînê vebûn, lê wek min berê xuya kirî, ew jî bi kurmanciya jêrî bûn. Kovar,rojname, dezgehên belavkirin û çapkirinê li devera Badînan nebûn, lê dîsan jî,di wan salan de, xortên kurmanc xwe berdane qada nivîsînê û bi wê rewşê çendînnivîskarên kurd peyda bûn. Her çende li parçên din yên Kurdistanê, çendînromanên serketî belav bûne, lê mixabin heta niha yek roman jî li devera Badînanronahî nedîtiye. Mirov dibîne ku, astengên bizava edebiyata kurmanciya jorî gelekin û eve jî dibine sedem ku hêdî pêş bikeve. Yekem pirtûka kurteçîrokan li Kurdistanabaşûr, bi kurmanciya jorî, di sala 1972ê de, ji aliyê nivîskar Elî Neqşebendîve hate çapkirin û di sala 1979ê de, Îbrahîm Selmanî pirtûka xwe gihande çapê,piştî hîngê her sal çendînên din jî karwan pêş de dibir. Dema yek kurteçîrokên destpêkê dixwîne ûhindekên niha jî, dibîne ku bi zimanekê sist nivîsîne û kêmasiyên rêzimanê dinav rêzên wan de di mişene, gelek caran rengê rapora didin yan jî nesîhet ûşîretan dikin. Ji aliyê form û naverokê ve, lawaz û qels in, lê roj bi roj berbi pêş de çûne û niha bi dehan çîrokên serketî hene. Babetên çîrokên pirraniyanivîskaran li dij sitem û zulma dijminan e, li dij derebeg û axa û piştevaniyacotkar û hejaran e û mirovê kurd hişyar dikin û berê wî didin xebat ûxweragirtinê. Her wesa giriftarî û problemên rojane yên, jin û mêran,perwedekirina zarokan, jinrevandin û tolvekirinê ne û daxwaza edaleta civakî ûwekheviya mirovî dikin. Ev pirtûke, bi tenê berhemên devera Badînan himbêzdike û pirraniya wan bi tîpên erebî ne. Di antolojiyê de devoka nivîskaranhatiye parastin.

Kitap Özellikleri
Barkod9786055585884
Basım Yılı2011-12-30
Baskı1
Cilt DurumuKarton
DilKürtçe
Ebat145-225-0
Kağıt Türü2.Hamur
Sayfa Sayısı204
T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.