Hesabım
Şifremi Unuttum
Kayıt Ol
Sepetim

Çavderiyen Barbareki

Beğen
Ürün Kodu : 691870
Barkod : 9786056211249
140,00 TL
Lis Basın Yayın Kategorisine göz at
Hikaye - Öykü Kategorisine göz at

Tükendi

Gelince Haber Ver
Kitap Açıklaması

Çavdêriyên Barbarekî ya Kawa Nemir derçû! Çavdêriyên Barbarekî, yekem pirtûka kurteçîrokan a helbestkar û wergêr Kawa Nemir, ku li dû encama nivîsandina gelek deqên kurteçîrokan peyda bûye, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin. Çavdêriyên Barbarekî ya ku ji heft kurteçîrokan pêk tê, bi her awayê xwe ve xuya dike ku ji pênûsa helbestkarekî zeyîniye. Kawa Nemirê nivîskarê pirtûkên helbestan ên bi navê Selpakfiroş, Bîşenga Deşta Dûr û Salname, di nava heft kurteçîrokên xwe yên li ser asta honandina zimanî ya kûr û pirrşax re, zimanekî ku di bîra xwe wer dibe peyda kiriye, bi awirê "yêdinbûn"ê li xwe û li cîhana li derdora xwe dinihêre, ji zemanekî berê de, bi riya bikaranîna movikên zimên, li rabirdû, li niha û li dahatûyê temaşe dike, zimanê ji xaka Serhedê pijiqî digire dikişîne ser asta zimanê Kurdî yê hevbeş, xwe dispêre coş û peroşa ku xweza didê, bi vegotineke stratejîk, bi şêwezimanekî nû, bi zimanê xwe yê xef derfetên hevoksaziya Kurdî diceribîne. Nemirê helbestkar, piştî ku mirov li arkeolojiya peyvên deqên wî bikole, bi wê "xefkirin"a wî re toza serdeman tê daweşandin. Çavdêriyên Barbarekî ya Kawa Nemir bi hêza deqên xwe ve di çîroknûsiya Kurdî de li ber e ku riyeke nû veke. Ji Weşanxaneya Lîsê, pêngaveke nû ya ku şax û perên çîroknûsiya Kurdî berfirehtir dike.

Kitap Özellikleri
Barkod9786056211249
Basım Yılı2011-05-26
Baskı1
Cilt DurumuKarton
DilTürkçe
Ebat145-195-0
Kağıt Türü2.Hamur
Sayfa Sayısı77
T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.