Tükendi
Gelince Haber VerDi derbarê pênaseya dengbêjiyê û deşifrekirina kilaman de bi rehetî dikarim bibêjim ku amadekarên antolojiyê gotin ji me re nehiştine. Ji nû ve xwendin û dahûrandina kilaman, dikeve ser piyê me kesên xwedî qelem. Dibe ku ji bona girseyeke mezin kilamên dengbêjiyê tenê kilam/muzîk bin, lê em kesên xwedî qelem nikarin bi çavê kilamê li kilam/kelamê mêze bikin. Êdî hukmê aşê pişaftina xwebixwe li dar e! Çêyiya ku îro em dikarin li xwe û paşîvanên Kurd bikin, berhevkirin û jihevveçirandina hikayet, metafor, peyv û deqên di edebiyata devkî de ne. Dengbêj Huseyno dibêje: “Terz û meqama Reso, lihevanîna Şakiro û dengê min!” Wek ku gorbihuşt jî gotiye, bawer im taybetmendiya Huseyno ya herî berbiçav dengê wî yê bişewat û bilind e. Qey tu dibê di qirika Huseyno de ne têlên deng, lê tendûrek dişixule û peyv bi nalenal û zarezarê xwe jê diavêjin der! Huseyno kirasê dengbêjiya xwe ji lorînên jinan biriye. Bi awaza xwe ya bilind û bi form û qalibê vegotina jinan re, terzekî nû yê ku texlîdkirina wî zehmet e afirandiye.
Barkod | 9786257383004 |
Basım Yılı | 2023-03-29 |
Baskı | 1 |
Cilt Durumu | Ciltsiz |
Dil | Türkçe |
Ebat | 135-195-0 |
Kağıt Türü | 2.Hamur |
Sayfa Sayısı | 392 |