Hesabım
Şifremi Unuttum
Kayıt Ol
Sepetim

Destpêka Romana Kurdî

Beğen
Ürün Kodu : 6284188
100,00 TL
Peywend Kategorisine göz at
Roman - Günümüz Kategorisine göz at

Tükendi

Gelince Haber Ver
Kitap Açıklaması

Dema em behsa edebiyata êwra Kavkazê dikin bêguman em behsa êwra ku di navbeyna salên 1920î û 1991ê de, di nav tixûbên Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê (YKSS) de, li van sê welatan; Ermenistan, Gurcistan û Azerbeycanê bişkiviye, dikin. Ji ber ku navê erdnîgariya ku dikeve nav sînorên van her sê dewletên navborî, (Pişt)Kavkaz e. Ev her du tarîx jî destpêka damezirendina YKSSyê û dawîlêhatina wê ne û teqabulî 71 salan dike ku ji bo geşedana edebiyata zimanekî demeke pir girîng û biqîmet e. Lê divê em vê yekê jî wekî nîşeyekî lê zêde bikin ku berhemdariya êwra Kavkazê piştî hilweşîna YKSSyê jî berdewam kiriye. Wekî mînak; novellaya Ahmedê Hepo ya bi navê Bawerî di sala 1990î û romana wî ya bi navê Birîn di sala 1996an de; ango yek beriya hilweşîna Sovyetê û yek jî pîştî wê li Bakûyê hatine weşandin. Her weha berhemên hin nivîskarên ku ji erdnîgariya Kavkazê ne, li wê derê hatine dinyayê, perwerde bûne û hin ji berhemên xwe li ser wê axê weşandine, piştî hilweşîna Sovyetê hinek ji berhemên wan cara ‘ewil li derveyî wê erdnîgariyê hatine weşandin. Wekî mînak; romana Tosinê Reşîd Mestûre, di sala 2005an de li Hewlêrê çap bûye. Îja ji bo ku cureya romanê di edebiyata êwra Kavkazê de cihekî girîng digire û destpêk û dergûşa romana kurdî ev êwr e, berî ku em behsa vê xebata xwe bikin bi qasî ku me tesbît kirin em ê navên romannûs, roman û novellayên êwra Kavkazê ji destpêkê heta niha wekî lîste li jêr rêz bikin.

Kitap Özellikleri
Barkod9786050645149
Basım Yılı2023-07-13
Baskı1
Cilt DurumuKarton
DilKürtçe
Ebat135-210-0
Kağıt TürüKitap Kağıdı
Sayfa Sayısı224
T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.