Tükendi
Gelince Haber VerRomana dawî ya Yavuz Ekinci "Endîşeya Pêxember" bi kurdî ye. "Piştî birina Brahîm, ya ku Îsmaîl li çiyayê Moriya bike qurbanî bi çar hezar û sed û duwazdeh sal; piştî Îsa çû ser qebra Lazer a li Baytanyayê qêriya got: "Lazer derkeve derve!" bi hezar û çarsed û heştê û çar sal; piştî ku Utbe bîn ebû Weqqas di herba Uhûdê de diranê Muhammed şikand, bi hezar û sêsed û not û du sal; piştî ku jina Potîfar Zuleyxayê kurtikê Yûsifê ku digot "Dexîlê Xwedê me" û direviya ji pişt ve çirand, bi du hezar û nehsed û heftê sal; (...) piştî Gilgamêş giyayê nemirinê ji Utanpiştî stand û mar ji wî dizî heft hezar û du sal; piştî Don Kîşot di sibeheke tîrmehê ya germ de li ser pişta Rocinantê dest bi serûwena mezin kir, bi çar sed û diwazdeh sal şûn de ser-milyaket Cibraîlê şeşbaskî daket ser rûyê erdê û ji Mêhdî re got "Binêre!"" ...Û Mêhdî di nav xirecira jiyana rojane de bû pêxember lê vî zemanî pêxembertî qet ne hêsan e. Piştî wergera "Ayetên li Can Nivîsandî" û "Erdên Bihuştê yên Winda", romana dawî ya Yavuz Ekinci "Endîşeya Pêxember" jî bi kurdî ye.
Barkod | 9786052246382 |
Basım Yılı | 2019-08-20 |
Baskı | 1 |
Cilt Durumu | Karton |
Dil | Türkçe |
Ebat | 130-195-0 |
Kağıt Türü | 2.Hamur |
Sayfa Sayısı | 168 |