Hesabım
Şifremi Unuttum
Kayıt Ol
Sepetim

Ew Balındeya Bırîndar Ku Ez Im

Beğen
Ürün Kodu : 6273168
Barkod : 9786258383218
180,00 TL
Avesta Yayınları Kategorisine göz at
Roman - Günümüz Kategorisine göz at

Tükendi

Gelince Haber Ver
Kitap Açıklaması

Dibêje: Ez bextewer nekirim Mestûre can. Ji min hez nekir û tenê ji xwe hez kir, lewma min jî kuşt. Ne ji ber vê yekê ku derew dikir û ji min hez nedikir, min guldanka mezin di qafê wî de hûr kir û ew kuşt ji ber ku ez piçûk dixistim û bêrêzî li min dikir. Ewqasî ez piçûk dixistim û bêrêzî li min dikir ku êdî hindik hindik min xwe winda kiribû. Êdî min xwe nedît ku di nav malê de dihatim û diçûm. Ku ji mal derdiketim jî êdî min xwe nedidît. Lê Kawe ez didîtim. Hertim, ez li kû derê bûma, biçûma kû derê, wî ez didîtim. Di destpêkê de ez biçûma kû derê, nedigot neçe. Ez diçûm mala bavê xwe, mala bavê wî, cem heval û destexwişkên xwe, diçûme kor û kombûnên edebî, û paşê min fêm kir ez diçime kû derê, li pey min tê. Heta bigre di nav malê de jî ode bi ode li pey min dihat. Di serî de min nedizanî ku dema ji malê derdikevim, dema ku li kenarê coya avê ya li kêleka kolanê û mil bi milê darên şeqamê dimeşim, dema li texsiyê siwar dibim, li pey min e. Ev yek bi min jî dida fêmkirin. Carinan navnîşanên cihê ku ez diçûm ji min re digot da ku ez bawer bikim ku li her derê li pey min e û min jî bawer dikir. Min hest dikir ji min re dibêje ku çi bikim û çi nekim. Li kû siwarî texsiyê bibim û li kû derê peya bim. Kê bihewînim û kê nehewînim. Min got: “Kawe can, madem ku tu hertim li pey min î, çima nayî em bi hev re û mil bi milê hevdû bimeşin.” Ku em bi hev re dimeşiyan, lingên min hev dialiyan û min xwe şaş dikir, wekî ku kesek tazî di nav xelkê re derbas bibe, rût û qût. …û hatim hembêza te Mestûre can. Nebêje min Kawe nekuştiye. Nebêje min guldanka mezin di nav serê wî de hûr nekiriye, û di nav xwînê de li odeyê negeviziye, nebêje xwîn xewnê betal dike.

Kitap Özellikleri
Barkod9786258383218
Basım Yılı2023-05-15
Baskı1
Cilt DurumuKarton
DilKürtçe
Ebat130-195-0
Kağıt TürüKitap Kağıdı
Sayfa Sayısı136
T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.