Hesabım
Şifremi Unuttum
Kayıt Ol
Sepetim

Fethen İslami Li Kurdistane

Beğen
Ürün Kodu : 6412270
Barkod : 9786258383744
230,00 TL
Avesta Yayınları Kategorisine göz at
İnceleme - Araştırma Kategorisine göz at

Tükendi

Gelince Haber Ver
Kitap Açıklaması

Ev lêkolîn behsa çavkanî û zanyariyên ser kurdan ên serdema vegirtinên îslamê dike û agahiyên ser misilmanbûna kurdan a piştî berfirehbûna vegirtinên îslamê li Kurdistanê yên serdema Xelîfetiya Emer ibn Xettab dide. Ewên ku destpêka wan ji sala 16/637an heya dawiya dewleta emewiyan a sala 132/750î bûye.“Fethên Îslamî li Kurdistanê” yek ji tibabek berhemên Prof. Dr. Ferset Mer’î ye ku bi rastî nivîser û akademisyenekî xurt î berhemdar e. Ew di sala 1956an de li Dihokê hatiye dinyayê û di sala 1985an de dest bi nivîsînê kiriye. Wî bi berhema xwe ya “Mîrgehên Kurdî di Serdema Ebbasî ya Duyemîn (350/511-960-1117) de” li Pişka Mêjûyî ya zanîngeha Sen’aya Yemenê doktora xwe daye. Berhem, çawa ku nivîskarê wê Prof. Ferset Mer’î jî di pêşgotinê de dinivîse ne tenê li ser vegirtinan e. Lêbelê herweha ew lêkolînek e li ser tarîxa kurdan a berî îslamê jî ku agahdariyên baş li ser wê ji çavkaniyên şûnwarî, dînî, yewnanî, rûmî, suryanî, ermenî û farisî jî dide. Çawa ku kurteraveyek li ser mêjuya kurd a serdema medî û axemeniyan jî daye û hinek agah jî li ser dîroka kurdan a sedsalên yewnanî û partiyan jî pêşkêşî me dike. Lê ji hemiyan jî ne kêmtir ew li ser rewşa kurdan a dema desthilata sasaniyan radiweste. Digel hinek agahdariyên kurt li ser pêşiyên kurdan ên mîna subarî, hûrî, lulûbî, gûtî, mîtanî û bêguman kardûkiyan jî raçavî me dike.

Kitap Özellikleri
Barkod9786258383744
Basım Yılı2024-03-25
Baskı1
Cilt DurumuKarton
DilKürtçe
Ebat135-215-
Kağıt TürüKitap Kağıdı
Sayfa Sayısı248
T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.