Tükendi
Gelince Haber VerAntoine de Saint Exupêry bi berhema xwe ya nemir Mîrzayê Biçûk bêhtir tê naskirin; lê jiyana wî sînorên edebiyatê bezandiye û zilamê serborî û hengameyan e. Firîna Bi Şev di sala 1931ê Xelata Femîna wergirtiye û sala 1939ê de bo sînemayê hatiye qulibandin, ev kurteromana wî gelek bi bandor û xwedî şêwazeke taybet e. Exupêry, ezmûna xwe jî daye ber çavên xwe û daketiye nav dinyaya pîlotên bi şev li ezmanan difirin û di ezmanê Patagonya, Şîlî, Paraguay û Arjantînê posteyê digerînin vedibêje. Romana Firîna Bi Şev bi serpêhatiya şevekê xwe dide rê, têkoşîna mirov a bi xwezayê re, berxwedana wî ya dijî mirinê û ji bo bigihîje armanca xwe tiştên dide pêş çavên xwe bi destanî vedibêje. Saint Exupêry firînê yanî vê ezmûna ku "sembolên xwedayî yên wek şevê, rojê, çiya, behrê û bagerê" li ber xwe diçemîne, bi zimanekî pehtî û rewan ji xwendeyan re bi zar û zeban dike.
Barkod | 9786257245548 |
Basım Yılı | 2021-01-26 |
Baskı | 1 |
Cilt Durumu | Karton |
Dil | Kürtçe |
Ebat | 135-210-0 |
Kağıt Türü | Kitap Kağıdı |
Sayfa Sayısı | 114 |