Hesabım
Şifremi Unuttum
Kayıt Ol
Sepetim

Hawar

Beğen
Ürün Kodu : 6273189
Barkod : 9786257253932
140,00 TL
Avesta Yayınları Kategorisine göz at
Hikaye - Öykü Kategorisine göz at

Tükendi

Gelince Haber Ver
Kitap Açıklaması

Ehlam Mensûr nivîskar û rewşenbîra naskirî, li Başûrê Kurdistanê ku ew hê di salên 1970yî de li Koleja Edebiyatê ya Zimanê Kurdî di Zanîngeha Bexdayê de keseke çalak û bi gotina wê bi xwe, keseke yaxî bû, ev yaxîbûn hewldanên azabûna jinan bû bi taybet li hemberê fişar û dab û nerîtên neyînî yên çanda pederşahiyê. Hê di destpêka çîroknûsiya wê de jî feraseta femînîzmê heye, ku ji xwendinên Simone de Beauvoir û Virginia Woolfê jî tesîr girtine. Edebiyata wê bi xwe babetên tabûşikên dane ber xwe. Ev kurteberhema wê ya ezmûnî, Hawar, cureyek e ku vekolana serboriyên di bîra wê da jan dide û temasa wê ya xwebixwe ku tê de azar û dengek heye. Eva wekî kirinek e bi peyv û nivîsê, rexne ye dîsa li civakê û belkî li hin nivîskarên mêr ên li wê heyamê. Wekî xeberdaneke xwe bi xwe re, lê di guhê hesas re diçe, mînanî janeke zindî dike hawar. Ehlam Mensûr her wisa di vê kitêba xwe de, wekî xwe-axaftinekê û vegotineke derûnî dertê pêş. Hawar derbirînek e di takekes de kûr dibe, lê wekî Ehmed Şamlû di helbesteke xwe de dibêje "ez derdê muşterek im, min bike hawar", her wisa derd û jana Ehlam Mensûrê jî janeke mirovbûnê ya muşterek dike hawar. Hawar, bi şêwaza xwe û derbirînên ku temasên şa'irane jî dihewîne, berçavtir dibe.

Kitap Özellikleri
Barkod9786257253932
Basım Yılı2023-05-15
Baskı1
Cilt DurumuKarton
DilKürtçe
Ebat130-195-0
Kağıt TürüKitap Kağıdı
Sayfa Sayısı72
T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.