Hesabım
Şifremi Unuttum
Kayıt Ol
Sepetim

Hittin 1187 - Serfiraziya Heri Mezin ya Selaheddin

Beğen
Ürün Kodu : 977118
Barkod : 9786055279714
200,00 TL
Avesta Yayınları Kategorisine göz at
Dünya Tarihi Kategorisine göz at

Tükendi

Gelince Haber Ver
Kitap Açıklaması

Kitêba David Nicolle, "Hittîn 1187 / Serfiraziya Herî Mezin ya Selaheddîn" di nav weşanên Avesta de derket. Kitêb bi ebatê mezin e û tê de resm û grawurên rengîn cih digrin. Kitêb ji aliyê Aynur Kaş û Fahriye Adsay ve ji ingilîzî hatiye wergerandin. Di mehên pêş de bi eynî awayî çend kitêbên din ên şer, fermandarî, taktîk û stratejî wê derkevin. Daxuyaniyên dijberiyên herî mezin ên dîrokê, hûrgiliyên stratejî û taktîkên fermandariyê, di merhaleyên girîng ên şeran de serpêhatiyen hêzên dijmin. Di sala 1187an de, Ewropaya xiristiyan bi bûyerên Rojhilata Navîn lerizî. Ev kitêb behsa wan mehên girîng dike –li Hittînê; li cihê ku şer du rojan berdewam kirî, li penaveke bêav a di navbera Sefuriye û Tîberyayê de, di bin taveke sotîner de yekîneyên Selaheddîn artêşa xiristiyanan hilweşandin, xiristiyan têk çûn û misilmanan Yeruşalem / Quds bi dest xist. Bobelata Hittînê bû sedema hilweşîna Qraliyeta Qudsê û rê li ber Xaçparêzên Sêyem ên di bin fermandariya Rîchardê Iemîn ê ‘Coeur de Lion' [‘Şêrdil'] de vekir. Kitêb li hûrgiliyên Hittînê dikole û li encamên wê dinêre.

Kitap Özellikleri
Barkod9786055279714
Basım Yılı2014-05-25
Baskı1
Cilt DurumuKarton
DilKürtçe
Ebat165-240-0
Kağıt Türü2.Hamur
Sayfa Sayısı96
T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.