Tükendi
Gelince Haber VerBerhemên Ahmedê Hepo ne tenê ji aliyê zimên ve belgeyinên wêjeyî ne; her wiha ew serpêhatiyên wî jî bi qasî zimanê wî orjînal in. Her kurdekî ku bi mebesteke kurdewariyê çûye Azerbaycanê teqez riya wî bi mala Apê Ahmed ketiye; bi alîkariya wî gihiştiye mirazê xwe. Ahmedê Hepo him damezrînerê wêjeya kurdî ya kurdên Azerbaycanê him jî bi xebatên xwe alîkariya pêşveçûna wêjeya kurdên Ermenistanê kiriye. .... Ev “Berhevoka Serhatiyan” a Ahmedê Hepo li ser du beşan hatiye levakirin: Beşa yekem ku para mezin a pirtûkê pêk tîne ji kurteçîrokên wî bi xwe pêk tê ku nivîsandina wan ji sala 1965an dest pê kiriye: Hinek bi sernavên “Adar” û “Emir Gul Vedide” wekî pirtûk hatine weşandin, hinek jî di nava berhemên wî yên din de hatine raçandin. “Adar” û “Emir Gul Vedide” ji tîpên krilî ji bo latînî hatin guhastin; her wiha yên belawela weşandî di vê beşê de hatin kom kirin. Di beşa duyem de jî hinek kurteçîrokên ku wî ji azerbeycanî wergerandine hene.
Barkod | 9786058160835 |
Basım Yılı | 2023-07-13 |
Baskı | 1 |
Cilt Durumu | Karton |
Dil | Kürtçe |
Ebat | 135-210-0 |
Kağıt Türü | Kitap Kağıdı |
Sayfa Sayısı | 1 |