Tükendi
Gelince Haber VerHîmên afirandina dewlemendiyê ji bo hemû civakan li ser rêgezên gelekî girîng ên giştî yên derbasdar in. Ev rêgez bêyî ku mirov wan bi awayekî armanckirî û bi zanebûn bisêwirînin weke encama tevgera mirovan derketine holê. Bi peresînê heta roja me hatine û ji aliyê tu kesî nehatine dahênan. Pergala nirx û bihayan bûye amûra jêveneger a afirandina dewlemendiyê. Hiştiye ku zanînên qetqetî ku di hişê mirovan de belavbûyî ne bi awayekî bandorker werine bikaranîn. Pergala nirx û bihayan weke ofîseke gelekî mezin a zanîn û pêşniyarkirinê dixebite ku tevger û daxwazên mirovan kontrol dike. Gelek caran sînorên têgihîştina mirovan derbas dike û bi saya pêvajoya hilberînê ya nûwaze û têkilhev dihêle ku dewlemendî were afirandin.
Barkod | 9786059823241 |
Basım Yılı | 2018-01-12 |
Baskı | 1 |
Cilt Durumu | Karton |
Dil | Türkçe |
Ebat | 105-140-0 |
Kağıt Türü | 2.Hamur |
Sayfa Sayısı | 144 |