Tükendi
Gelince Haber VerPÎŞ Û KAR Kewtme naw çerxa zemanî min neman umêd û hal Hub û hesret man di dil da bûm şuyuxek pîr û kal Bi hizaran sal ‘umir bît akubet her mirin e Malê Qaron te di dest bît malbirin her kifin e Teşbihê xewn û xiyalan dê biçît wek yêk dem e Nîn e keyf û lezzeta wê kul û derd û elem e Kewtne hewesa jiyanê me mirin naête bîr Se’ û xîrêt me çu nînin sûc û curm gunhê kebir Hey hawar û sed mixabin bo wê jîna bê’emel ‘Umir borand bi hesûdî kîn xirabî dil xelel Dilxirab û qelbqirêj zimantûj û zaxelbeser Nîn e karek wî di destî dilêt kovan û keser Qîmeta ‘umrî nezanî kanê ji bona çi ye Xêr û çakî wê birandin pîş û kar xirabî ye Ferqa xêr û gunehê nekir ji hev ma di nav da Nehêt bîrê dûmahî ew kewtye di nav xeman da Çendî zor e rûreş û şerminde çûna mehşerê Pêş mewlayî nîn e cihê îtiraz û xeberê Min hawar û gazî j’vî halê giran û bêmefa Nekevne nav vî derdê nexweş bo xatra Mustefa Mayme bi destê xalî çu tiştek baş nîn e tê da Bûyme miflisê axret mayime di nava rê da Ey Xerîbê bêçare min sed hîvî û gazî ye Hatime dergahê ya Rebî jê bibe razî ye
Barkod | 9635427862569 |
Basım Yılı | 2023-07-13 |
Baskı | 1 |
Cilt Durumu | Karton |
Dil | Kürtçe |
Ebat | 135-210-0 |
Kağıt Türü | Kitap Kağıdı |
Sayfa Sayısı | 1 |