Tükendi
Gelince Haber VerKefareta Sedat Yurtdaş sê kurteçîrokên bi navê Tolhildan (ji çar beşan pêk tê), Kefaret û Sefer bi xwe ve digire, ku beşek ji Tolhildanê ev e: "Min xwîna xwe kire çavên xwe û min nehişt. Wan çi qasî xwe avête min, çi qasî li ber min geriyan jî, tewş bû. Min got, na û na! De ka xwezî wê çaxê ev çavên min birijiyana, kor bibûma, ziman li min negeriya, ling li min bişikiyana, deng ji min bihata birrîn û min rê li ber wan negirta. Ez hem bûme bayîsê xwe û hem jî bûme bayîsê hemûyan. Ez bûm bela û bi canê tevan ketim. Lewma jî, îro cezayê sûcên xwe yên giran dikişînim. Kefareta gunehên min ji min tê standin..." Kefareta Sedat Yurtdaş awêneyek e, ku serpêhatîne takekesî yên civakî û polîtîk tê re têne xuyanê û şewqa xwe didine ser qûçên kurteçîroka bi Kurdî ya nûjen.
Barkod | 9786054497331 |
Basım Yılı | 2012-01-01 |
Baskı | 1 |
Cilt Durumu | Karton |
Dil | Kürtçe |
Ebat | 140-200-0 |
Kağıt Türü | 2.Hamur |
Sayfa Sayısı | 96 |