Tükendi
Gelince Haber VerArif Zêrevan, rojnamevan û nivîskarekê zimanzelal, fikirzelal, helwêstzelal û konkret e. Ew bi rengdêran û bi hevok û komekên pasîv li dora mijaran naçe û nayêt. Ew, gotina xwe, fikra xwe û helwêsta xwe bi zimanekê yekser û bêvedan dinivîsîne. Vê kitêbê bixwîne, tu dê bi ruhê zimanê kurdî bihesî, tu dê bi helwêsteka siyasî ya jixwepiştrast bihesî. Arif Zêrevan hişê xwe û qelema xwe di asteka bilind de bi kar tîne û behsa miletê kurd yê jixwemezintir dike. Ev kitêb behsa çîroka siyasî, civakî û kulturî ya 20 salên dawiyê ya miletê kurd dike. Kurdistan dagirkirî be jî kurd hêdî ne miletekê bi gotina klasîk »bindest« in. Kurd di meydana siyasî û stratejîk ya cîhanê de hêdî aktor û xudangotin in. Gotina kurdan gelek caran ji gotina dewletan qedirbilindtir e.
Barkod | 9786057017697 |
Basım Yılı | 2023-05-15 |
Baskı | 1 |
Cilt Durumu | Karton |
Dil | Türkçe |
Ebat | 210-135-0 |
Kağıt Türü | Kitap Kağıdı |
Sayfa Sayısı | 352 |