Tükendi
Gelince Haber VerKitêba Kerîm Yildiz Kurdên Sûriyeyê: Gelekî Jibîrkirî di nav weşanên Avesta de derket. Ev kitêb, yek ji kitêbên pêşîn e ku bi karesata Kurdên Sûriyeyê dadikeve. Kurd mezintirîn mînorîte ne li Sûriyeyê, û hêj jî di warê mafên mirov de tûşî gelek neheqiyên nedîtî dibin. Ligel kitêbên din ên Kerîm Yildiz -The Kurds in Iraq û The Kurds in Turkey- ev kitêb, xwe dispêre tehlîlên wî yên berfireh ên sebaret bi rewşa mafên mirov ya mezintirîn grûba etnîk a bêdewlet li dinyayê. Yildiz, rewşa hevçerx a Kurdên Sûriyeyê, di çarçoveya dîroka Sûriyeyê de û di wê rewşa wê ya niha de ku ji layê DYAyê ve bi dewleteke deryasayî dihê girtin, vedikole. Halê hazir, sedî pêncehê dahata Sûriyeyê diçe bo mesrefên leşkerî -lewre Sûriye hest bi gefa cîranên xwe li ser xwe dike, û ev yek di awayê muameleya ligel mînorîteyan de diyar dibe. Kerîm Yildizê ku di vê kitêbê de ziman, perwerde, dîn û dîrok jî tê de hemû rehendên jiyana kurdî lêk dide, derfeteke tekane berpêş dike bo têgihiştina rewşa mafên mirov ya Kurdên Sûriyeyê.
Barkod | 9789944382861 |
Basım Yılı | 2009-10-26 |
Baskı | 1 |
Cilt Durumu | Karton |
Dil | Türkçe |
Ebat | 135-195-0 |
Kağıt Türü | 2.Hamur |
Sayfa Sayısı | 224 |