Tükendi
Gelince Haber VerJi ber we, gava Şex Seid Efendibere xwe da Diyarbekire ü denge Dimiliyan bilind bü gotin; "Prodo paşa çinyo." Ev ji bo xelasiya ji bin zilm ü zora dewlete, ji min re ji bü heviyek. Şex Seîd Efendi li hemberi zilm ü zordarîye serî hildabü. Ji ber we hemü qaçax ü firaren dewlete tevli muriden Şex bübün ü bi halanen "Prodo paşa çinyo" ji her du helen Dîjleye ve ber bi başür ve dikişiyan. Ji wan qaçaxan yek je ji ez büm. Gotinen Şex wek şir ü şekir bün. Me ye xwe ji bin ve zilm ü zordestîye rizgar bikira. Edi em e bixwe bübûna xwedîye hikmat ü dewlete. Edi beg jî em bün, paşa ji em bün. Ma ji veya xweştir! Me ye bi kevirekî du-se qüç xera bikira ü di şüna qüçan de qesr ü qonax ava bikirana. Ji bo van xewn ü xeyalen xweş, em ji çiya daketin deşte ü qefle bi qefle gihan ber bedenen Diyarbekire.
Barkod | 9786057497772 |
Basım Yılı | 2020-11-23 |
Baskı | 2 |
Cilt Durumu | Karton |
Dil | Kürtçe |
Ebat | 135-210-0 |
Kağıt Türü | Kitap Kağıdı |
Sayfa Sayısı | 184 |