Tükendi
Gelince Haber VerMonologên Li Ber Şibakeyê ji neh çîrokan pêk tê ku her çîrok bi tena serê xwe gelek hestên mirovane di xwe de dihewîne. Têmayên wek tenêtî û penaberiyê li ber şibakeyên hezkirin, bêrîkirin, bêdengî, şev, dûrbûn, nebanî, xweza, rêwîtî û hwd de bi wêrekî û zîrekî hatine honandin. Hêjayî qalkirinê ye ku her neh çîrok jî bi ferhengeke jinane hatine nivîsandin. Çîrokên bi çav, hest û ferhenga jinane hatine nivîsîn, qalibên vegêranê yên di mêjiyê me de serobînî dike û bi honak û atmosfera xwe ya herikbar mirov jî bi xwe re dixe nava bûyer û herikîna xwe. Çîrokên di berhemê de bi mijarên xwe gelek caran dilzîz bin jî vegotin û resenîya ruhê femînen ê metnê wek rengên keskesorê li hev in. Gulbejnê di berhema Monologên Li Ber Şibakeyê de bi hiş, hest û ferhenga rengîn a jinane dike ku mirov çêjeke taybet ji çîrokê werbigire.
Barkod | 9786259416588 |
Basım Yılı | 2024-03-06 |
Baskı | 1 |
Cilt Durumu | Karton |
Dil | Kürtçe |
Ebat | 135-210- |
Kağıt Türü | Kitap Kağıdı |
Sayfa Sayısı | 100 |