Tükendi
Gelince Haber VerNan û Jiyan yek ji berhemên avangard pêşeng ê kurdî kurmancî ye. Li Kurdistana Başûr dema behsa edebiyat û rewşenbîriya kurmancî dibe, yek ji navên destpêkê ê ku bê bîra mirov Mihemed Emîn Osman e. Nan û Jiyan, berhema wî ya sereke ye û binavûdeng e. Ev berhem yekem pexşana kurmanci ye ku li başûr hatiye nivîsîn û guldesteyeke çîrokên şanoyê ne ku kartêkirina folklora kurdî li ser heye. Kitêba ku vêga çapa wê nemaye, yekem car di sala 1970yan de hatibû çapkirin û di radyoya kurdî ya Bexdayê de hatibû xwendin. Tekstên ku taybetmendiyên devoka behdînî di nav xwe de dihewînin û me eleqa zimanê wê nekiriye belkî xwendina wê ji bo xwendevanê bakur zehmet be lê belê heman demê de dê ev bibe delîveyek ji bo naskirina vê devokê û vî nivîskarê hêja. (Arka Kapak)
Barkod | 9786055585136 |
Basım Yılı | 2012-04-11 |
Baskı | 1 |
Cilt Durumu | Karton |
Dil | Kürtçe |
Ebat | 110-180-0 |
Kağıt Türü | 2.Hamur |
Sayfa Sayısı | 80 |