Hesabım
Şifremi Unuttum
Kayıt Ol
Sepetim

Nivişta Pirika Min

Beğen
Ürün Kodu : 456325
100,00 TL
Aram Yayınları Kategorisine göz at
Hikaye - Öykü Kategorisine göz at

Tükendi

Gelince Haber Ver
Kitap Açıklaması

“Çi dem û wexta ku destê xwe dihingivînim vê nivişta ku gorbihuşta pîrika min daye min, mîna ku ruh ji min kişiyabe, bi carekê re dicefilim. Tu dibêjî qey tiştekî nedîtî û dûrî çavan, mîna enerjiyê ji nava niviştê derbasî serê tiliyên min dibe û ji wir jî li temamê bedena min belav dibe, laşê min dişibe, hişk dibe, bi ser hev de dicive û bê liv dimînim. Ziman li min dişikê, gotinek tenê jî ji nava lêvên min naşemite. Her carê demeke dirêj li wir dimînim sekinî, heta ku destê min diqerime û dixilxile xwarê. Wê hîngê ez bi xwe ve têm û careke din hêdî hêdî xwîn di canê min de digere. Paşê ez di bin çavan re li kesên derdora xwe mêze dikim, dema ez digihîjim wê qenaetê ku bala kesî li ser min e, hema ez xwe dixim rewş û halê xwe yê berê û deng ji xwe naynim. Nexwe wê navê dînbûnê bi dû min bixin û ez ê bihetikim, ku xwe bi ava heft çeman jî bişom ez ê nikaribim wî navî ji ser xwe bavêjim.” …. “Rojekê piştî ku nimêja xwe qedand gazî min kir, ku ez biçim cem wê. Ez çûm û li tenişta wê li ser çokan rûniştim û min her du destên xwe danîn ser çokên xwe, mîna ku ez li hemberî tiştekî pîroz û miqedes çûbim secdeyê, min xwe nedilivand. Ez û ew bi tenê bûn. Destê xwe yê ricifokî bir paxila xwe û ji wir niviştek derxist. Bi destê min girt û nivişt xist deste min, “Bila ev nivişt li cem te be karxezala min. Têke stûyê xwe, ne bide hinekan û ne jî wenda bike. Nebî nebî ku tu van gotinên min ji bîr bikî ha! Te fam kir. Baş lê miqate be.” Gotinek jî ji devê min derneket, min digot qey ku ez tiştekî bêjim, ez ê gunehkar bibim. Min zîq li nivişta di deste xwe de mêze dikir.”

Kitap Özellikleri
Barkod9789758242962
Basım Yılı2004-01-01
Baskı1
Cilt DurumuKarton
DilTürkçe
Ebat135-210-0
Kağıt Türü2.Hamur
Sayfa Sayısı104
T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.