Tükendi
Gelince Haber VerKitêba Bro Omerî ya nû "Pira Navbera Axreşkê û Şêxan" di nav weşanên Avesta de derket. Kitêba bîranînan ji du beşan pêk tê. Beşa yekem li ser nivîskar û derdora wî ye, beşa duyem ji xatirayên wî yên li ser Musa Anter pêk tê. Rûpelek ji dîrokê Piştî amadehî û ewlekariya rê û çûnê, ew, Xelîlê Osê û mehkûmekî bi navê Evdilkerîmê Xenodurê, digel desteyek leşker bi rê dikevin, berê xwe didin xopana bajarê Amedê, riya çûn û nehatinê. Dema digihîjin pira navbera Axreşkê û Şêxan, ew pira bi nav û deng, mîna gelek cih û mexterên li Kurdistanê ku gelek ciwanmêr û kurê bavan ji layê leşkeran ve bi înfaza bêdaraz dihatin kuştin; ew pira ku bi xwîna serok, rêber û şêxên kurdan û hem jî ji ber şerm û fediya wê dîroka xwe sor bûbû. Leşker li ber pirê radiwestiyan, ji mehkûman re digotin: "hûn herin, emê bi pey we de werin!" Dema digihîjtin ser pirê dihatin gulebarankirin.
Barkod | 9786055279943 |
Basım Yılı | 2014-05-28 |
Baskı | 1 |
Cilt Durumu | Karton |
Dil | Kürtçe |
Ebat | 145-225-0 |
Kağıt Türü | 2.Hamur |
Sayfa Sayısı | 112 |