Hesabım
Şifremi Unuttum
Kayıt Ol
Sepetim

Quling Ewr û Ba

Beğen
Ürün Kodu : 6347432
Barkod : 9786259416519
120,00 TL
Zîz Yayınları Kategorisine göz at
Şiir - Yerli Kategorisine göz at

Tükendi

Gelince Haber Ver
Kitap Açıklaması

Mem Ararat bi muzîka xwe rêya xwe bi şikeftên veşartî yên rihê me xistibû û bi dengê wî yê xembar em hinekî din jî li xwe mikur hatibûn. Ararat îjar bi ristên xwe, di nava du qadên hunerê de (ku hemû cureyên hunerê hinekî hevdu xwedî dikin û hinek jî ji hev dixun) pirek e resen dihone. Ji çemê rihê xwe yê dengzelal cihokên nû vedike. Bi ristên xwe yên mişt xem, mişt xewn, mişt kurmanc û mişt em, tenik tenik diherike nava behra edebiyatê û kulm bi kulm av dide. Gulîzer Dengê helbestên Mem Ararat dengekî hestiyar, xwezan, bîrmend û xwedî karekter e. Ev deng xwedî daxwaz, rexne, xeyal û muxalîf e. Temayên dosyayê ku ji evîn, nasname, azadî, welat, penaberî, xeyal, bêrîkirin, sînor ûhw pêk tên bi çavdêriyeke berfireh a vî karekterî, bi peyvên zelal, jidil û bi dilovanî hatine vegotin. Helbestvan bi motîvên di helbestê de neynikê dide ser birînên civakê. Şewqê dide ser çand û tore û jiyana xelkê ku kesek zû bi zû nabîne û bi wan nagihê bi metafor û hêmayên orîjînal yên erdnigariya me ya qedîm tîne ziman. Bê gazin, bê ku bike hawar û fîgan derdê dilê xwe bi aramî, bi têgihiştina rûspiyekî vedibêje. Fatma Savci

Kitap Özellikleri
Barkod9786259416519
Basım Yılı2024-01-08
Baskı1
Cilt DurumuKarton
DilKürtçe
Ebat135-210-
Kağıt TürüKitap Kağıdı
Sayfa Sayısı72
T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.