Hesabım
Şifremi Unuttum
Kayıt Ol
Sepetim

Reya Jiyane Binemala Qasimlo: Re ü Rişe, Liq ü Şaxen We

Beğen
Ürün Kodu : 1115224
Barkod : 9786052246610
260,00 TL
Avesta Yayınları Kategorisine göz at
Yabancı Dilde Edebiyat Kitapları Kategorisine göz at

Tükendi

Gelince Haber Ver
Kitap Açıklaması

Kendal Nezan di pêşekiya kitêbê de wiha dibêje: "Dr. Hesen Șetevî kesayetiyeke kurd a welatparêz û rengîn e. Di warê xwe yê xebatê de cerrahekî naskirî û serketî ye. Li Elmanyayê çalakiyên wî yên ji bo doza kurdî jî di xortaniya wî de, di salên xwendekariyê de dest pê kirine û bi dirêjahiya 60 salên dawîn bi awa û cureyên cihê dom kirine. Jiyana wî bi xwe dikare bibe romaneke balkêş. Ew li bajarê Ûrmiyê, paytexta Sarim Xanê Mukrî yê navdar, di malbata navdar a Qasimloyan hatiye dinyayê. Pirtûka Dr. Șetevî bersiva valahiyeke gelek girîng dide: Dr. Qasimlo li ku, di binemaleke çawa de mezin bû? Rê û resm, orf û adetên vê malbatê çi bûn, yên bajarê Ûrmiyê çi bûn, peywendiyên wan bi eşîretên Kurdan re, bi welatparêzên kurd ên din re, bi qewmên cîranên wan, ango azerî, aşûrî, ermenî û eceman re çi bûn? Bi kurtî, kesayetiya wî, berhema edebeke malbatî û çandeke herêmî ya çawa bû? Agahdariyên Dr. Șetevî, yên ji destê yekem li ser binemal û salên zarotî û xortaniya Dr. Qasimlo gelek hêja û girîng in. Em bi saya wan çêtir tê dighên ku kesayetiya xweşsohbet, nuktedan, devliken a Dr. Qasimlo, pirzimaniya wî, kûrahiyên nasîna wî ya jiyana gundîtî ya kurdî ya peywendiyên eşîretî, evîna wî ya ji bo helbest, stran û goraniyan, ji bo qise û sedayên xweş, ji bo jiyanê û ji bo jinan çawa, di nav çi kultureke malbatî û civakî de dirust bûne. Pirtûk mîkro-dîrok e, lê cureyeke şecerename ye jî, ya tayfeya Qasimlo ku bi sedan ciwanên xwenda pêşkêşî civakê kirine. Pirtûka Dr. Șetevî kaneke agahdariyên kêmnas e, li ser herêma Ûrmiyê, li ser jiyana civakî ya vê herêmê, li ser "saga"ya binemala Mihemed Axayê Qasimlo, gencîneyeke ji bo lêkolînerên dîroka nêzîk a Kurdistana Rojhilat."

Kitap Özellikleri
Barkod9786052246610
Basım Yılı2020-08-21
Baskı1
Cilt DurumuKarton
DilKürtçe
Ebat135-215-0
Kağıt TürüKitap Kağıdı
Sayfa Sayısı304
T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.