Hesabım
Şifremi Unuttum
Kayıt Ol
Sepetim

Roja Nû Û Edebıyata Kurdî Ya Gelêrî - 2

Beğen
Ürün Kodu : 6273229
Barkod : 9786257253390
250,00 TL
Avesta Yayınları Kategorisine göz at
Yabancı Dilde Edebiyat Kitapları Kategorisine göz at

Tükendi

Gelince Haber Ver
Kitap Açıklaması

Roja Nu u Edebiyata Kurdi Ya Geleri 2 Kısa Özet Helbesta gelêrî beşeke sereke ji edebiyata gelêrî ye. Mirovan bi hezaran salan êş û kulên xwe, kêf û şahiyên xwe, mît û destanên xwe, bi gotineke din çanda ku tê de dijîn bi awayekî helbestkî bo nifşên nû veguhastine. Ritim, serwa, melodî taybetmendiyên girîng ên helbesta gelêrî ne ku veguhastina bo nifşên nû hêsan dikin û mayîndebûnê bi xwe re tînin.Stran û cureyên din ên edebiyata gelêrî yên di nav rûpelên Roja Nû, Hawar, Ronahî ûStêrê de, heman helwesta Celadet û Kamiran Bedirxan didin nişandan ku xwestine wî ruhê neteweperweriyê xurt bikin. Lewra ew jî di wê baweriyê de bûn ku edebiyateke neteweyî bi edebiyata gelêrî pêkan e. Di wan stran û çîrokan de zimanê dê û bavan, ruhê bav û kalan û kurdiya xwerû hebû. Ji bo wan jî ew mînakên edebiyata gelêrî pirek bûn di navbera wan û yên berî wan de.Xebatên derbarê helbest/stranên gelêrî di sedsala 17-18mîn de li Ewropayê dest pê dikin û nirxandinên girîng li ser wan tên kirin. Li gorî Herder, ev helbest/stranên gelêrî wê çandê nîşan didin ku di nav de hatine afirandin; herwiha ew, di navbera duh û îro de de pirek in û bi vî awayî dikarin bibin bingeha edebiyata neteweyî jî. Hestên neteweperweriya romantîk jî di nav van nirxandinan de derdikevin pêşberî me.Ev helbest/stranên gelêrî yên berdest jî di navbera duh û îro de roleke weha digirin ser xwe. Xebat, dewama Roja Nû û Edebiyata Kurdî ya Gelêrî-1-ê ye. Di cilda pêşî de -çîrok û serpêhatî hebûn, di vê xebatê de mînakên helbesta gelêrî ya kurdî yên wek strana kurdî-şer û stranwarî cih digirin ku di nav rûpelên Roja Nû de hatine weşandin.

Kitap Özellikleri
Barkod9786257253390
Basım Yılı2023-05-15
Baskı1
Cilt DurumuKarton
DilTürkçe
Ebat135-210-0
Kağıt TürüKitap Kağıdı
Sayfa Sayısı263
T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.