Tükendi
Gelince Haber VerDi warê rastnivîsîna kurmancîyê gelek pirsgirêk hene û ji bo berterafkirina wan jî hewcedarî bi xebatên ilmî heye. Bi hebûna qayideyên rastnivîsînê dê mumkin bibe nivîsendeyên wî zimanî bi awayekî bi rêk û pêk binivîsin. Di rastnivîsînê de, hin tişt hene ku mirov dikare li ser wan li hev bike: “Gelo em apostrofê bi kar bînin yan na?”, “Navên netewe û zimanan bila bi hûrdekan dest pê bikin yan bi girdekan?” û hwd. Lê hin tişt jî hene ku lihevkirina li ser wan zehmettir e: “Bila nêr û mê di kurmancîyê de bimînin yan na?” , “Gelo em êdî dest ji ergatîfîyê berdin yan na” û hwd ji wan xalan in ku bi lihevkirinê nabin; ew di kurmancîyê de bi awayekî sîstematîk hene û taybetmendîyên kurmancîyê yên bingehîn in. Ji bo çareserîya minaqeşeyên bi vî rengî û gelek pirsên li ser rastnivîsînê ev berhemeke referans û girîng e. Rêbera Rastnivîsînê ji alî nivîskar û zimannas Mistefa Aydoganî ve bi şêwazeka akademîk hatiye amadekirin. M. Malmîsanij, Newzad Hirorî, Remzî Kerîm, Reşo Zîlan û Zana Farqînî jî kontroleka giştî kirine.
Barkod | 9786058651609 |
Basım Yılı | 2023-08-01 |
Baskı | 1 |
Cilt Durumu | Karton |
Dil | Türkçe |
Ebat | 135-195- |
Kağıt Türü | Kitap Kağıdı |
Sayfa Sayısı | 298 |