Tükendi
Gelince Haber VerEhmedê Xanî, hem ji hêla zimanî hem ji hêla ramanî ve deryayeke kûr e. Sînorê fikr û ramana wî gelekî fireh û dûr e. Bo ku meriv xwe bigihîne bi bal dur û gewherên behra wî, ji meriv re gelek rêberên xozneber lazim in. Tehsîn Îbrahîm Doskî jî yek ji wan rêberên edebiyata klasîk e ku vê carê jî Dîwana Ehmedê Xanî şîrove kiriye. Di vê Dîwana Xanî de pêşîn metnê eslî hatiye danîn. Piştre her helbestek, beytên wê yekoyeko hatiye rêzkirin, li binê her beytê peyv û îstilahên zor hatine îzahkirin û paşê jî ew beyt bi berfirehî hatiye şîrovekirin. Di Dîwanê de 33 helbest hatine komkirin. Helbestên gumanbar tê de bi cî nebûne, bes palpiştî hatiye kirin li ser keşkûl û destxetên kevnar. Ew keşkûl û destxetên sûdjêwergirtî jî, li dawiya Dîwanê wek faksîmîle hatine bicîkirin.
Barkod | 9786257383677 |
Basım Yılı | 2023-03-29 |
Baskı | 1 |
Cilt Durumu | Karton |
Dil | Kürtçe |
Ebat | 135-210-0 |
Kağıt Türü | Kitap Kağıdı |
Sayfa Sayısı | 368 |