Hesabım
Şifremi Unuttum
Kayıt Ol
Sepetim

Serpehatiyen Alicee li Welateki Eceb

Beğen
Ürün Kodu : 997735
Barkod : 9786052246412
170,00 TL
Avesta Yayınları Kategorisine göz at
Dünya Klasikleri Kategorisine göz at

Tükendi

Gelince Haber Ver
Kitap Açıklaması

Yek ji klasîkên navdar ên edebiyata dinyayê "Serpêhatiyên Aliceê li welatekî ecêb" a Lewis Carroll, bi wergera Ciwanmerd Kulek êdî bi kurdî ye. Meselên di vê kitêbê de pêşî ji zarokeke bi navê Alice Liddel re hatin gotin. Vebêjê wan tenê ji bo ku sebra vê keçikê bîne ev serpêhatî ji ber xwe ve derdixistin, û dû re bi xêz û nivîs ew diyariyî wê kirin. Lê qismetê me jî tê de hebû, dawiyê ev çîrok bûn kitêb (1865) û pêşî li nav zarokên Îngilîstanê dawiyê jî li nav ê dinyayê belav bûn. Di sersala sedî (1932) a nivîskarê wê de êdî bûbû yek ji kitêbên herî pirr hatî xwendin ên cîhanê. Lê tenê sebra zarokan neanîbû, tenê xeyalên wan nerengandibû, evê kitêba piçûkan herweha karîgerî li berhemên mezin ên nivîskarê mezin jî kiribû—hemin ku hemû dahî (kesên bilîmet) jî wek zarokan difikirin, ev peywendî ne tiştekî anormal e. Meseleyên ziman, meseleyên vegotin û têgihiştinê, keftûleftên bêdawî ên afirandinê jî di nav serpêhatiyên ecêb ên Aliceê de vediguherin lîstikan. Nebêjin me bi zarotî nexwend û çû, zewq û wateyên ku em ji van çîrokan bigirin heye ku di biçûkaniyê de jî û di mezinayiyê de jî eynê bin. Kitêbeke bêhemta ji bo piçûkan, ji bo mezinan, û ji bo her demê.

Kitap Özellikleri
Barkod9786052246412
Basım Yılı2019-09-23
Baskı1
Cilt DurumuKarton
DilKürtçe
Ebat130-195-0
Kağıt Türü2.Hamur
Sayfa Sayısı136
T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.